Smiley face
sorani
Smiley face

Kurte jiyana serokê Tevgera Goran: Newşîrwan Mistefa

2017-05-19 11:45:19
Serokê Tevgera Goran, Newşîrwan Mistefa îro ji ber nexweşiya penceşêrê û di temenê xwe yê 73 saliyê de koça dawî kir. Newşîrwan Mistefa heya roja dawî ya jiyana xwe temenê xwe di nava siyaset û têkoşîna netewî ya Kurd de derbas kir.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Newşîrwan Mistefa ji sala 2009 ve heta dema wefata xwe di 19’ê Gulana 2017’ê de Serokê Giştî yê Goranê bû.

 

Mistefa, sala 1944’an li Taxa Serşeqam (Berxaneqa) ya bajarê Silêmaniyê ji dayik bibû û xwendina xwe ya seretayî, navendî û amadeyî li Silêmaniyê bi dawî kiribû.

 

Sala 1967ê li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Bexdayê xwendina xwe berdewam kiriye û lîsans wergirtiye.

 

Newşîrwan Mistefa di destpêka salên 1960’î ya sedsala bihorî de, dest bi çalakiyên siyasî kiriye û yekemîn rawestgeha jiyana wî ya siyasî di Yekîtiya Xwandekarên Kurdistanê de bûye. Di navbera salên 1963 û 1964’an de bûye endamê Sekretariya Yekîtiya Xwandekarên Kurdistanê.

 

Sala 1967’ê bûye endamê şaxeya Silêmaniyê ya Partiya Demokrata Kurdistanê-Baskê Polîtburoyê.

 

Di destpêka salên 1970’î de çûye Nemsayê û mastirnameya xwe di Yasaya Navdewletî de li wî welatî bi dest xistiye.

 

Yek ji damezrînerên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê ye û heta sala 2006’ê Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) bûye.

 

Di sala 2006’ê de dest ji karê hizbî ya  di nava YNK’ê de anî û paşê şîrketa Wûşe (bi wateya peyv) damezrand.

 

Di sala 2009’ê de ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê lîsteyek bi navê Goran pêk anî.

  

Sala 1981’ê jiyana hevjîniyê pêk aniye û bavê du kuran bi navê Nima û Çiya û keçekê bi navê Çira ye.

 

Gelek pirtûkên xwe yên di warê siyasî, dîrokî û edebiyatê de ye.

 

Newşîrwan Mistefa ji sala 2009 ve heta dema wefata xwe di 19’ê Gulana 2017’ê de Serokê Giştî yê Tevgera Goran bû. Newşîrwan Mistefa yek ji kadroyekî sereke û damezrîner yê YNK’ê bû û heya sala 2006’ê jî endamê polîtburoya YNK’ê bû.  

Lê, di sala 2009’an de Tevgera Goran (Guhertin) sazkir û piştre Newşîrwan Mistefa di sala  2009’ê de lîsta Goranê ji bo hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê çê kir, ku wê lîsteyê di hilbijartinan de serkeftinek mezin tomar kir û 24 kursiyên parlamentoyê bi dest xist.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin