Smiley face
sorani
Smiley face

Gregor Gysi: Divê leşkerên Elman ji Încîrlîkê vekişin

2017-05-19 10:29:44
Gregor Gysî ku demeke dirêj li Elmanyayê serokê Partiya Çep bû xwest, hemû leşkerên Elman ên li Tirkiyeyê wezîfedar in, bên vekişandin. Gysî ragihand, artêşa Elman a li Tirkiyeyê, agahiyên ji qada hewayî ya Sûriyeyê bi dest dixe, ji NATO'yê re radigihîne û got; "Artêşa Tirk jî van agahiyan bi kar tîne û bombeyan li ser Kurdan dibarîne."


 
 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Krîza ji ber redkirina serdana parlamenterên Elman ji bo leşkerên Elman ên li Încîrlîkê, dewam dike. Partiyên mûxalefeta Elman dixwazin, leşkerên li Baregeha Încîrlîkê ne, derhal bên vekişandin.

 

Gregor Gysî ku demeke dirêj serokatî ji Partiya Çep re kir, tevlî vê nîqaşê bû û xwest, hemû leşkerên Elman ên di bin sîwana NATO'yê de li Tirkiyeyê wezîfeyê dikin, werin vekişandin. Gysî, der barê mijarê de vîdeoyek li ser malpera xwe ya Facebookê weşand û rexneyên tund li polîtîkay Elmanya ya li ser Tirkiye û Kurdan kir.

 

'Elmanya bi rengekî ne yekser alîkariyê dide komkujiya Kurdan'

 

Di dîmenê navborî de, ku di demeke kurt de nîv mîlyon kesî lê temaşe kir, Gysî got, "Artêşa Elman a li Tirkiyeyê wezîfedar e, bi çek û alavên xwe yên leşkerî, qada hewayî ya Sûriyeyê dişopîne û agahiyên bi dest dixe dişîne ji NATO'yê re. Ev agahî ji aliyê DYA, welatên din ên NATO'yê û di heman demê de ji aliyê Tirkiyeyê ve tên bikaranîn."

 

Gysî destnîşan kir, ku Tirkiye bi rêya van agahiyan bombeyan li Kurdên li Sûriyeyê dibarîne û wiha dewam kir: "Lê belê heman Kurd ji bejahî ve li dijî DAIŞ'ê têdikoşin. Eger rewş bi vî rengî ye, wê demê Tirkiye bi dayîna berê çekên xwe li Kurdan, di heman demê de çekê li DYA dikişîne. Lê di her şert û mercî de leşkerên me bi rengekî neyekser dibe alîkar ji kuştina Kurdan re."

 

Siyasetmedarê Elman di dewama axaftina xwe de ev pirs ji hikumeta federal kir: "Gelo dikarim vê bipirsim; Hûn li aliyê Kurdên ku li dijî DAIŞ'ê şer dikin e, ya jî li aliyê Tirkiyeyê ne ku li dijî Kurdan şer dike? Ez, bêaqiliya giştî ya di vir de datînim aliyekî û vê dibêjim; Li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji aliyê leşkerî ve ti karekî me nîne. Ji ber vê yekê divê em leşkerên xwe û çekên xwe yên li Tirkiyeyê tavilê vekişînin."

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin