Smiley face
sorani
Smiley face

Îran wê îro serokomarê xwe yê nû diyar bike

2017-05-19 10:15:22
Hilbijartina serokkomariya Îranê û meclisên bajar û gundan li gorî dema Tehranê di saet 08:00’an de dest pêkir.




 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro di saet 08:00’an de hilbijartinên serokomariyê û meclîsên gund û bajaran yên Îranê dest pêkir. Di hilbijartina Îranê ya serokomariyê de du namzetên bi îda yên mîna Hesen Ruhanî û Îbrahîm Reîsî wê hevrikiyê bikin. Esas hilbijartin di navbera aliyê Mûhafazekar û reformîstan de wê birêve biçe.

 

Namzetê reformîstan Hesen Ruhanî

 

Hesen Ruhanî temenê xwe 69 saliye û namzetê Reformistên Îranê ye û li beşê Mafnasiya zanîngeha Skotland dîplomaya doktoraya qanûnê wergirtiye. Hesen Ruhanî çar salên derbasbûyî serokomarê Îranê bû. Ruhanî di mijara têkiliyên Îranê û bi hêzên navdewletî re siyaseteke nerm a hevsengê esas digirt û siyaseta derve ya li hember Îranê nermkirinê de roleke girîng ji bo dirêjkirina temenê rejîmê lîstiye.

 

Namzetê mûhafazakaran Îbrahîm Reîsî

 

Îbrahîm Reîsî mamostayê oliye û temenê 56 saliye. Her wisa namzetê mûhafezekarên Îranê ye. Rêberê komara Îslamî ya Îranê bi awayeke raste rast nebe jî piştgiriya Reîsî dike. Îbrahîm Reîsî gelek salan di postê herî bilind yê dezgeha dadweriya Îranê de kar kiriye û niha berpirsê Mezargeha Îmam Rezayê ji mezhebê Şîa ye ku yek ji mezintirîn navendên belavkirina sermayeya seranserê Îranê ye.

 

Namzetê deng nade xwe dide Ruhanî; Misefa Haşimî Teba

 

Nazmetên xwe weke namzeteke serbixwe dide nîşandan jî Mistefa Haşimî Teba’ye ku hem dibêje, ez xwe ji namzetiyê nakişînim hem jî dibêje, ezê deng bidim Ruhanî û bila alîgirên min jî deng bidin Ruhaniye.

 

Nazmetê koalîsyona îslamî ya Îranê; Mistefa Mîr Selîm

 

Mistefa Mîr Selîm jî nûnerê hizba hevpeymaniya Îslamî ya Îranêye. Ti şansê xwe yê derketinê nîne.

 

Di derdora 55 milyon kes dikarin li seranserê Îranê deng bikarbînin. Her wisa îsal jî beşeke girîng ya Îranê ku baweriyan ne ne bi mûhafazekaran heye ne jî bi reformîstan hene heye ku ew jî hilbijartinan boykot dikin.

 

Li Rojhilatê Kurdistanê jî 6 partiyên Kurdan di daxuyaniyek hevbeş de her du namzetên hilbijartina serokomariya Îranê û meclisa bajar û gundan boykot kirin.

 

Lê, berovajiyê van partiyên Kurd KODAR, PJAK, KJAR û KCR jî bi daxuyaniyeke hilbijartinê ragihandin ku ew hilbijartinên meclîs û gundan boykot nakin, hilbijartinên serokomariyê ku ti hêviyeke guhertinê nade daxwazên gelan boykot dikin. KODAR hem nexşêrê hem jî deklerasyoneke ji bo demokratîk kirina Îranê pêşkêş kir. Ancax ji ber ti nîşaneyeke guhertinê ji aliyê namzetên serokomariyê ve ne hate diyar kirin ji lewma biryara boykotkirinê dan û bang li gel kirin.

 

Hilbijartin wê heya êvarê saet 20:00’an berdewam bike. Lê, eger dem têrê neke derfet heye ku ev dem were dirêjkirin jî.



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin