Smiley face
sorani
Smiley face

NY: Tê payîn ku 200 hezar kesên din ji Mûsilê koçber bibin

2017-05-18 18:48:52
Rêxistina Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku tê payîn ku nêzî 200 hezar kesên din ji Mûsilê koçber bibin.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Berpirsa Rêxistina Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Iraqê Lise Grande îro di daxuyaniyekê de ragihand ku bi nêzîkbûna hêzên Iraqê ya li Mûsila kevin re,  tê payîn ku nêzî 200 hezar kesên din ji Mûsilê koçber bibin.

 

 

Operasyona rizgarkirina Mûsilê ji 17'ê Cotmeha sala 2016'an ve bi alîkariya hêzên koalîsyonê berdewam dike. Li gorî daxuyaniya herî dawî ya Berdevkê Artêşa Iraqê dayî, bi giştî nêzî 12 hezar km2 maye tevahiya navenda  Mûsilê were rizgarkirin. Hêzên Iraqê berbi Mûsila kevin ve pêşve diçin.

 

Li gorî daneyên ku heya niha hatine dayîn, ji destpêka operasyonê heya niha 650 hezar kes ji Mûsilê koçber bûne.

 

Herwiha li gorî daxuyaniya Hêzên Hevbeş jî di oparasyonê de 16 hezar û 467 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

 

Di 10'ê Hezîrana sala 2014'an de Mûsil ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hate dagirkirin. Li gorî daxuyaniyên tên dayîn tê gotin ku wê heya Remezanê bi tevahî were rizgarkirin.

 

Mûsil duyemîn bajarê mezin yê Iraqê ye.

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin