Smiley face
sorani
Smiley face

Operasyona Mûsil: Li Başûrê Qeyrewanê du gundên din hatin kontrolkirin

2017-05-16 12:09:42
Heşdî Şebî ragihand ku hêzên wan li Başûrê Qeyrewanê du gundên din kontrolkirine.



 

 

NAVENDA NÛÇEYAN


îro Fermadariya Heşdî Şebî derbarê pêşketinên hêzên xwe yên ji bo rizgarkirina derdora Mûsilê de daxuyaniyek da û diyar kir ku hêzên wan  du gundên ser bi bajarokê Qeyrewanê kontrol kirine.

 

Her wiha fermandariyê got: “Tugaya 14 ya Heşdî Şebî gundên Sirî kerahî  ku dikeve başûrê bajarokê Qeyrewanê ya rojavayê Mûsilê, kontrol kirine. Her wiha Tugaya 13 ya Heşdî Şebî jî gundê Tel Zelî  ji çeteyan paqij kiriye.”

 

Fermandariyê di dewama daxuyaniyê de got: “Hêzên Heşdî Şebî li gorî bername û plana danîne berbi pêşve diçin.”

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin