Smiley face
sorani
Smiley face

Mûsil gav bi gav rizgar dibe: Pênc gundên din ji çeteyan paqijbûn

2017-05-13 12:17:52
Hêzên Iraqî, pênc gundên ser bi bajaroka Qeyrewan ya Mûsilê rizgar kirin.



 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Ragihandina şer ya Heşdî Şebî bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên Iraqî îro, gundên Til Ezur, Til Hat, Mihemed Zeyd, Til Benat û Hizîl yên Mûsilê ji çeteyên DAIŞ'ê sitandine.

 

Di ragihandinê de hat gotin ku ev pênc gundên hatine rizgarkirin, dikevin Başûrê Rojhilat û Bakûrê bajaroka Qeyrewan ya li Rojhilatê Mûsilê ye. Di heman ragihandinê de hate gotin ku ev jî ji bo ketina nava bajaroka Qeyrewan jî destpêkeke. Qeyrewan jî dikeve Başûrê Rojhilatê Şengalê.

 

Ev gundane di çarçoveya Operasyona duwem ya 'Mihemed Resûlulah' ya Heşdî Şebî de ye ku ji bo rizgarkirina Bajaroka Qeyrewan hatiye destpê kirin, hatine rizgar kirine.

 

Li gor nexşeya ku roja 11'ê Gulanê, ragihandina şer ya Mûsilê belav kirî tenê ji sedî 10'ê xaka Mûsilê di destê çeteyên DAIŞ'ê de maye.

 

Operasyona Rizgarkirin Mûsilê di 17'ê Cotmeha 2016'an de destpê kiriye û di 19'ê Sibata 2017'an de jî destpêkirina Operasyona Rizgarkirina Rojhilatê Mûsilê hatiye ragihandin.

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin