Smiley face
sorani
Smiley face

Li Silêmaniyê agir berbû yûrdek xwendekaran: Yek mirî û 10 birîndar hene- Hat Nûkirin

2017-04-21 19:30:23
Agir berbû yek ji yûrdên xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê, yek ji xebatkarên agirkujiyê jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.


 

 

 

SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Îro êvarê agir berbû Yûrda Qlîlsan a xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê. Li gor daxuyaniya ekîba agirkujiyê, xebatkarek ê agirkujiyê jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûne.

 

Her wiha hat diyarkirin ku birîndar ji bo tedawiyê hatine rakirina nexweşxaneyan. Têkildarî sedema şewatê hîna tiştek nehatiye gotin.

 

Şewat hatiye vemirandin û xebatên der barê sedema derketina şewatê de didomin.

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin