Smiley face
sorani
Smiley face

Di sala 2016’an de Îranê 28 girtiyên siyasî yên Kurd darve kir

2017-04-21 16:57:26
Ji giştî 30 kesên ku di sala 2016’an de ji aliyê Rejîma Îranê ve ji ber sucên siyasî hatine darvekirin, 28 kes ji wan Kurdên Rojhilatê Kurdistanêne.


 


 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Komeleya Mafê Mirov ya Rojhilatê Kurdistanê bi raporekê ku çavkaniya xwe ji Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê digre, ragihand ku  di sala 2016’an de, 28 welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji ber sucên siyasî hatine darvekirin.

 

Her wiha Komeleyê di rapora xwe de wiha got: “Di meha Tebaxa sala 2016’an de  Şehram Ehmedî, Ehmed Nesîrî, Îdrîs Nimetî, Areş Şerîfî, Purya Mihemedî, Ebdulrehman Senkaniy, Nesrullah Muradî, Behrez Şanezerî,  Behmet Rehîmî,  Alem Bermaştî, Talib Melekî, Seyîd Şaho Îbrahîmî, Tehmur Nadirî Zade, Ferzad Şanezerî, Kawe Weysî, Kawe Şerîfî, Ferşîd Nasirî, Ferzad Hunercu û şeş kesên din ku navên wan nehate zanîn, ji ber  alîkariya partiyên mezhebên Sune kirine hatine darvekirin.”

 

Her wiha Şehram Emîrî ji ber sucdarkirina sîxurtiya Amerîka hat darvekirin. Di 9’ê Tebaxa 2016’an de jî Mihemed Ebdulahî girtiyê siyasiyê Kurd, bi sucê têkiliya wî bi Partiya Komel re heye, hat darvekirin.

 

Komeleyê destnîşan kir ku ew kesên ku cezayê darvekirinê li dadgeha Şoreş ji bo wan hatiye birrîn, destûr ji wan re nehatiye dayıın ku parastina xwe bikin uu di 15 deqîqeyan de jî hikûm li wan hate birrîn.

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin