Smiley face
sorani
Smiley face

'Di hilbijartina serokkomariya Îranê de ti guhertin çênabin'

2017-04-21 10:37:52
Sekreterê Partiya Lîberal Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Cemşîdî têkildarî hilbijartina serokkomariyê ya ku dê li Îranê pêk bê anî ziman ku ji 38 salên derbazbûyî diyar dibe ku hilbijartina serokkomariyê ti guhertinan bi xwe re  çênake û got: "Biryare hemû partiyên Rojhilat bi daxuyaniyekê nêrînên xwe yên derbarê hilbijartinê de ji raya giştî re eşkere bikin."



 

 

 

HAWKAR MISTEFA/ ROJNEWS

 

Dê di 19'ê Gulana 2017'an de li Îranê hilbijartina serokkomariyê pêk bê ku şeş namzet dê bikevin pêşbirkê. Di nava namzetan de Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî  ji aliyê reformxwazan ve û Îbrahîm Reyîsî jî ji aliyê Mûhavazekaran ve bên piştgirîkririn.

 

Sekreterê Partiya Lîberal Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Cemşîdî têkildarî hilbijartina serokkomariyê ya ku dê li Îranê pêk bê ji ajansa me re axivî û got: "Di dîroka 38 salan a desthilatdariya Komra Îslamî ya Îranê de  zelale ku desthilatdariyên ku dest bi kar kirîn bûne berdewamê binpêkirinên desthilatdariyên beriya xwe. Ji ber ku di yasaya Îranê de hinek destûr hene ku behsa pirnetewbûnê dikin. Lê ew hemû tên binpêkirin. Ji ber wê di van 38 salan de derketiye holê ku li Îranê yekane aliyê biryardayînê tenê Wîlayeta Feqîhî ye.”

 

 

Mihemed Cemşîdî di axaftina xwe de anî ziman ku di hilbijartinên berê de û di hilbijartina niha de tu guhertinên berbi çav çênebûne û got: "Di hilbijartinên berê û hilbijartinên niha de, di aliyê navxweyî ya Îranê de û di aliyê derve de tu guhertinên berbiçav çênebûne. Ji ber ku di biryarên nû yên meclîsa zanayên Îranê de kêmneteweyên ku ne ji mezheba Şîe bin nikarin bibin namzetên meclîsên parêzgehan. Bi vî awayî jî Sûnî nikarin namzetiya xwe danin. Ji ber wê divê kurd bi awayek giştî hilbijartinan boykot bike."

 

Sekreterê Partiya Lîberala Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Cemşîdî diyar kir ku partiyên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê ji walatiyan re ragihandine  ku beşdarî hilbijartinan nebin û got: "Ji ber wê tê payîn ku hemû partiyên Kurd bi hevre daxuyaniyek hevbeş bidin û nêrînên xwe yên derbarê hilbijartinê de ji raya giştî re eşkere bikin. Ji ber ku li gorî me tu pêşketin çênabin."

 

Partiyên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê ku dê bi hevre li ser beşdarbûna welatiyan ya hilbijartina serokkomariyê daxuyaniyê bidin evin; HDK, HDKA, Komeleya Şoreşgerên Kurdistanê, Partiya Lîberala Demokrata Kurdistanê û Sazmanî Xebat. Her wiha hewl tê dayîn ku Partiya Jiyana Kurdistanê (PJAK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) jî tevlî nava partiyên ku dê daxûyaniya hevbeş bidin bên kirin.

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin