Smiley face
sorani
Smiley face

Li parlamentoya Iraqê guftûgoyên li ser Mûsil berdewame

2017-03-28 16:54:01
kombûna parlamentoya Iraqê ya ji bo  guftûgokirina mijara Mûsil berdewame û parlamenterê Komeleya Îslamiya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Zana Rostayî ji diyar kir ku dibe mijara guftûgokirina Şengalê taloqî rûniştina bê were kirin.


 

 

 

DANA OMER / ROJNEWS

 

Îro ji saet 11:00’an ve  rûniştina parlamentoya Iraqê ya ji bo guftûgokirina rewşa Mûsil heya niha berdewame.

Têkildarî rûniştina parlamemtoyê, parlamenterê Komeleya Îslamiya Kurdistanê yê Parlamentoya Iraqê Zana Rostayî  ji ajansa me re axivî û got: “Hîna guftûgokirin di benda yekemîn ya ser rewşa Mûsil û komkujiya Mûsilê de ye. Wezîrê Parastin û Wezîrê Navxweyi ji bo guftûgo kirinê li parlamentoyê ne.”

 

Her wiha Zana Rostayî diyar kir ku bi awayek giştî Wezîrê Parastinê  li ser şerê rojhilatê Mûsil daxuyaniyek daye û got: “Ji ber hebûna gelê sivîl li herêmê şer girantir bûye û hem ji pêşketina hêzên Iraqê ji girantir bûye. Her wiha ji bo zerer negihiştina  sivîlan  emê her rêyekê li berçav bigrin. Lêkolînên li ser bûyeran ji berdewame.”

 

Li ser daxuyaniya Wezîrê Navxweyî Zana Rostayî wiha domand: “Ji bilî rizgarkirinê bajêr, erkê hêzên Iraqê rizgarkirina  gelê sivîl, rakirina birîndaran ya nexweşxaneyê û parastina cihê rizgar kiriye jî. Pêwîstî bi hevkariya hêzên navnetewî heye. Divê ev alîkariyane berdewam be. Di dema şer de nabe ti alozî û astengî li pêşiya hêzên Iraqê.”

Zana Rostayî balkişand ser rewşa Şengalê û got: “Eger pêre negihin mijara Şengalê nîqaş bikin, wê ji bo kombûna bê were taloq kirin.”

 

(rk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin