Smiley face
sorani
Smiley face

Li Helebce pîrozbahiya  Newrozê

2017-03-20 19:35:00
Li Helebce Cejna Newrozê bi şahiyekê  hate pîroz kirin. Herwiha Qaymeqama Helebce Nuxşe Nasih  got; "Hêvîdarim ku cejna îsal, li herçar parçeyên Kurdsitanê bibe boneya aştî û aramiyê."


 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ / HELEBCE

 

Li Seyrangeha Ebabeylê bi pêşengtiya Qaymeqamtiya Helebce ji aliyê sedan kesan ve Cejna Newrozê hate pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de agir hate pêxistin û govend hate gerandin.

 

Pîrozbahiyê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir û piştre şahiyê bi govend û strana destpê kir. Hewriha welatiyên Helebce bi cilên Kurdî qada Newrozê xemilandî bûn.

 

Qaymeqama Helebce Nuxşe Nasih derbarê Cejna Newrozê de ji ajansa me re axivî û got; "Bi boneya Cejnê ez silavên xwe rêdikim j bo pêşmergeyên di çeperan de ne û erkê parastina welat pêk tînin. Hêvîdarim ku cejna îsal, li herçar parçeyên Kurdsitanê bibe boneya aştî û aramiyê. Ji bo Cejna Newrozê jî me pêwîst dît ku îro şahiyekê li dar bixîn. Da ku welatî bi govend û strana şad bibin."

 

 

Nuxşe Nasih di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman; "Ji berî niha me li Helebce qurbaniyên kîmyebarana Helebce bi bîr anîn. Niha jî bi boneya Newrozê pîrozbahiyê dikin. Ev yek jî nîşaneya vê yekê ku jiyan berdewame û pêwîstî bi xweşî û şadiyê heye. Hêvîdarin ku di demek nêzîk de ev krîza aborî û siyasî ya heye bi dawî bibe.  Herwiha şadî û xweşî li Kurdistanê hebe."

 

 

Welatiyê bi navê Kawa Hemekerîm yê beşdarî pîrozbahiyê bûyî jî wiha got; "Ez Cejna Newrozê ya Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê pîroz dikim. Hêvîdarim ku ev Newroz bibe boneya rizgarkirina tevahiya Kurdistanê ji destê dagirkeran. Êdî Kurd bi xweşî û şadî bijîn. Gel ji hatina Newrozê keyxweşin. Lê aliyên siyasî û desthilatên hikûmeta Herêma Kurdistanê dikar bi zû krîzên siyasî û aborî çareser bikin. Da ku ev xweşiya heye zêdetir bikin. Her cihî aştî û aramî pêk were. "

 

 

 

(ab)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin