NAVENDA NÛÇEYAN
Komelgeya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi boneya Cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê weÅŸand û Newrozê li hemû gelê Kurd yê azadîxwaz, li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ÅŸervanên ji bo azadiya gelê xwe têdikoÅŸin, jinan û bi taybet jî li gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê pîroz kir.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Em Newroza 2017’an bi kelecana ji nû ve vejîna jiyana bi rûmet, mizgîniya azadiya cejna berxwedanê, cejna azadî, vekhevî heqîqetê di serî de kawayê hemdem Reber Apo, hemû gelê Kurdistan, jina kurd, pîr û ciwanê kurd û hemû civaka mirovatî pîroz dikin.
Cejna Newrozê destana berxwedanî û serkeftina têkoÅŸîna kawayan li beramberî zilimdarî, neheqî û koletiye. Ji bo gelê kurd jina kurd bûye çanda jiyana azadî û rihê berxwedaniyê. Newroz weteya jiyanê bi sekna zekiya Alkan, RahÅŸan Demîrel, Åžirîn Elemhulî, Mazlûm doganan ji agirê bedena xwede, jiyana azad ji bona gelê xweyê ku di nava pençeyên dijminan de xilaskirin û ronî kirine."
Daxuyaniya KJAR’ê wiha dewam dike: “Newroz mîna nêrgiz, gul û beybunên ji nava dilê axa pîroz renga ÅŸengiya xweÅŸikbûn û bedewbuna jiyana azadi hebûn kirine. Cejna Newrozê banga dengê berxwedane ji bo gelê kurd. Agirê Newrozê li diji tarîtiyê ronahiya fikra ZerdeÅŸt ji bo gelê kurd bûye baweriya ku di latande gul biÅŸkivandin. "
KJAR’ê destnîÅŸan kir ku sedsala 20 û 21’an bi fikir û felsefa Ocalan carek din bi berxwedaniyê agirê Newrozê geÅŸkiriye û li her derê cîhanê bûye cihê bîr, bawerî hêvî û evîna jiyana azad û got: “Îro Newroz cîhan xemilandiye, îro Newroz gerdûn bi govenda azadiyê, biratî û dostan mirovatî dilÅŸa kiriye. Îro jina Kurd mina rengê biharê her dever cil û bergê xweyê bedew jiyan xemilandiye. Bi sekna jina azad, jina herî bedew kiriye çanda jiyana serbilindî û serfiraziya dirokê. Em her kêlî, her rojê û hemû salê bi tekoÅŸîna azadiyê bi zanistiya çanda hebûn bi berxwedaniyê xwe berdevam dike."
KJAR’ê di dawî de ev gotin kir: “Li dijî her cure koletî, neheqî û zordariyê, bi ruhê berxwedaniya cejna Newrozê ji KirmanÅŸa heya Ûrmiyê ji Mahabat heya Îlamê ji Cîzîra Botan heya Amedê ji Dersîm heya QamiÅŸlo jî Kobanî heya Afrînê ji Silêmanîyê heya Kerkûkê ji Åžengalê heya Zagrosan bixin xeleqek ji agirê berxwedaniya Newrozê û têkoÅŸîna azadiya hebûna xwe misoger bikin. Agirê Newrozê diyarî Roja pîroz bikin. Carek din em cejna Newroz tevahî gelê kurd, gelê Rojhilata Navîn û mirovahî pîroz dikin.”